Kanyona Dereiçiyê ku di nav dewlemendiyên xwezayî û dîrokî yên Qersê de xwedî cihekî giring e, bi projeyeke berfireh a serastkirinê ji bo turîzmê tê amadekirin. Ev qada ku Çemê Qersê di nav re derbas dibe û li derdora wê gelek avahiyên dîrokî hene, bi xebatên ku werin kirin re dê bibe navendeke balkêş û nû ku welatî lê bêhnê vedidin û geştyar (turîst) serdana wê dikin
Kanyona Dereiçiyê ku gelek salan wekî qada leşkerî hatibû bikaranîn û ji ber vê yekê ji aliyê xelkê ve baş nedihat naskirin, di salên dawî de ji bo qersiyan bûye qada seyranê. Ji bo ku potansiyela herêmê bi temamî derkeve holê, projeyeke mezin a veguherînê tê amadekirin. Di çarçoveya projeyê de li derdora kanyonê dê kamelya, qadên lîstikê yên zarokan, rêyên meşê, komên rûniştinê û qadên bêhnvedanê werin çêkirin. Her wiha, bi avakirina saziya parzûnkirina biyolojîk re dê kalîteya jîngehê were bilindkirin, çalakiyên ajaldariyê ji herêmê werin veguhastin û çav li rê ye ku Çemê Qersê jî were paqijkirin
Kars Rojname