ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

24 Haziran 2026 Çarşamba

Li Qersê Koçberiya Mirinê ya Masiyên Sefîd Dest Pê Kir


QERS – Li Bendava Çermeyê ya Qersê, masiyên sefîd (tatlı su kefali) yên ku ketine heyama zêdebûnê (hêkdankê), ji bo hêkên xwe dayînin li dijî herikîna avê û astengên betonî têkoşîneke dijwar didin. Koçberiya masiyan a bi refên mezin ku xwe ji nav avê diavêjin jor, koçberiya navdar a masiyên mircan (inci kefali) yên Gola Wanê tîne bîra mirovan.

Bi germbûna hewayê re masiyên sefîd ji bo cihên guncav bibînin, derdikevin rêwîtiyeke dûr û dirêj. Masiyên ku digihêjin Bendava Çermeyê ya li nêzîkî gundê Çermeyê (ku nêzîkî 17 kîlometre dûrî navenda Qersê ye), li vir bi astenga herikîna xurt a avê û dîwarên betonî re rûbirû dimînin. Bi sedan masî ji bo ku vê astengê derbas bikin, bi caran xwe ji avê diavêjin jor.

Tevî ku gelek ji wan nikarin dîwêr derbas bikin û dakevin nav avê jî, masiyên sefîd qet dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ev dîmenên bêhempa yên ku di kamerayan de jî hatin girtin, wekî yek ji mînakên herî balkêş ên şerê jiyanê yê di xwezayê de balê dikşîne ser xwe.

Kars Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

Weşan tên barkirin...