Li bajarê Qersê, ji bo piştgiriya geşedana civakî û fêrbûna pîşeyan, pêşangeheke girîng a girtiyan derket pêşberî gel. Berhemên ku di encama xebatên perwerdehiyê yên Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Vekirî ya Qersê de hatine çêkirin, bi merasîmeke fermî hatin nîşandan.
Di pêşangeha ku li Herêma Bedestenê dest pê kir de, gelek hunerên destan, xebatên ser textan (dar) û tabloyên resman cîh girtin. Waliyê Qersê Ziya Polat, Serdozger Mehmet Çepni û nûnerên saziyên sivîl û fermî beşdarî vekirina vê çalakiyê bûn. Şandeya ku li qadê geriya, heyranî û kêfxweşiya xwe ji bo keda girtiyan anî ziman
Serdozger Mehmet Çepni di axaftina xwe de bal kişand ser pergala nû ya înfazê û got ku armanca wan ne tenê cezakirin e, lê belê amadekirina girtiyan a ji bo jiyana derve û fêrbûna pîşeyan e. Hat destnîşankirin ku ev qursên zanaatê, rê li ber girtiyan vedikin ku piştî azadiyê bi hêsanî tevlî nav civakê bibin û hilberînê bikin.
Kars Rojname


