Pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de, piştî hevdîtinên dîplomatîk, vê carê bi gava aborî berdewam dike. Bi piştgiriya wezaretên dervan, şandeya karsazên Ermenîstanê ji sînorê bejayî derbas bûn û li Qersê bi karsazên herêmî re rûniştin. Bernameya bi navê "Hevdîtina Cîhana Kar a Tirkiye-Ermenîstanê" ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Qersê (KATSO) ve hat lidarxistin.
"Pira Aniyê nîşaneya baweriya paşerojê ye"
Serokê KATSOyê Kadir Bozan di axaftina xwe de bal kişand ser Pira Dîrokî ya Rêya Îpekê ya li Aniyê û got:
"Hinek caran pirek tenê ji keviran ava nabe; pira, navê baweriya ku bi paşerojê re tê girêdan e."
Bozan anî ziman ku Qers di warê çandinî, ajovantiya heywanan û geştiyariyê (turîzm) de navendeke girîng e û ev têkilî dê ji bo her du aliyan bibe fersendeke mezin.
Ji aliyê TOBBê ve Saim Özakalın diyar kir ku bazirganî di navbera welatan de hawîrdora baweriyê xurt dike û aştiyê tîne. Şêwirmendê Wezîrê Dervan ê Ermenîstanê Hayk Darbinyan jî destnîşan kir ku vekirina xetên rêyên Hesinî (tren) dê korîdorên nû yên bazirganiyê ava bike. Cîgira Midûrê Giştî yê Wezareta Dervan Ayşe Uzer jî destnîşan kir ku sala 2026an di warê firînên Stenbol-Erîvanê û projeyên lojîstîk de bûye saleke geşedanê. Piştî axaftinan, karsazên her du welatan di rûniştinên taybet de li ser hevkariyên nû yên di warê xurek, tekstîl û avahîsaziyê de peymanên nû nirxandin
