Li Qersê li dijî tayînkirina mamoste û rêveberên dibistanan ku bêyî liyakat û bi awayekî neşefaf tên kirin, çalakiyek hat lidarxistin. Şaxê Perwerde Senê yê Qersê (Eğitim Sen), li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk anî
Mûlakat Kujerê Edaletê ye"
Di çalakiyê de pankarta "Mûlakat kujerê edaletê ye" hat vekirin û dengê liyakatê hat bilindkirin. Serokê Şaxê Perwerde Senê yê Qersê Hakan Topçu di axaftina xwe de diyar kir ku saziyên perwerdeyê nabin hewşa tu partiyên siyasî. Topçu bal kişand ser pergala mûlakatê ku mafê karkerên perwerdeyê yên biexloq û biezmûn dixwe û wiha got: "Ma we hevalê me yê rêveber ji ber ku navê wî Ahmet Kaya bû eland? Divê pîvana yekem û bi tenê liyakat û pisporî be. Em bang li wezîr, parlamenter û rayedaran dikin: Paşeroja zarokên Qersê û keda mamosteyan nekin qurbana hesabên xwe yên siyasî
Kars Rojname