Li gundê Qereorqanê (Karaurgan) yê ser bi navçeya Sarqamîşa Qersê, îsal 111emîn Şeniyên Gelekî yên Gulaşa Karakucak a Qereorqanê bi coşeke mezin hatin pîrozkirin. Bi piştgiriya Parêzgariyê, Qeymeqamtiya Sarqamîşê, Şaredariya Sarqamîşê, karsazan û muhtariyên gundên Qereorqan û derdorê, ji klûbên cuda yên herêmên Tirkiyeyê 250 werzişvan beşdarî vê organîzasyonê bûn
Piştî pêşbirkên gelekî dijwar, Yûnus Emre Yildiz bû serpehlîvan. Di şeniyê de Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê Adem Çalkin wekî axayê gulaşê hat hilbijartin. Gulaşgerên ku di kategoriyên xwe de bûn yekemîn, di qada gulaşê de geriyan û ji welatiyan herşlik (pereyê cejnê/gulaşê) civandin.
Kars Rojname
