Rubînyan: Derfeta Me Çêbû Ku Em Hêla Hesinî Ya Axilkelek-Qersê Bi Kar Bînin



Cîgirê Serokê Parlamentoya Ermenîstanê û Nûnerê Taybet ê Tirkiyeyê Ruben Rubînyan daxuyand ku di encama hevdîtinên bi Tirkiyeyê re, derfeta wan çêbûye ku hêla hesinî (rêyahesin) ya Axilkelek-Qersê bi kar bînin û ew ne di nav "bextreşiya rêyahesinê" de ne

Li gorî çapemeniya Ermenîstanê, Rubînyan bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê têkiliyên Tirkiye û Ermenîstanê de da. Rubînyan diyar kir ku di demên dawî de di vê mijarê de gelek geşedan çêbûne; bi taybetî bazirganiya rasterast bi Tirkiyeyê re pêk hatiye û aliyê Ermenîstanê derfeta bikaranîna hêla hesinî ya Axilkelek-Qersê bi dest xistiye.



Kars Rojname
Daha yeni Daha eski