Sendîkaya Çandinî û Daristanê ya Tirk (Türk Tarım Orman-Sen), li navçeya Sarıgamışa Qersê "Civîna Perwerde û Şêwirmendiyê ya Nûnerên Cihê Kar" li dar xist.
Civîna ku li otêleke li Navenda Şemitînê ya Sarıgamışê hat lidarxistin, bi beşdariya Serokê Giştî Ahmet Demirci û serokên şobe û bajaran ên ji 13 bajaran (Agirî, Artvîn, Erdêxan, Çewlik, Bedlîs, Baybûrt, Erzincan, Erzurum, Gumuşhane, Colemêrg, Îdir, Qers û Wan) û nûnerên sendîkayê hat pêkanîn.
Heyeta sendîkayê di çarçoveya bernameyê de li herêmê gelek serdanên fermî û yên rêzdariyê pêk anîn. Heyeta Rêveberiya Navendî û Serokatiya Qersê serdana Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Bajarê Qersê û Rêveberiyên Karên Daristanê yên Qers û Sarıgamışê kirin û agahî dan ser xebatên sendîkayê. Her wiha serdana Şaredarê Qersê Prof. Dr. Ötüken Senger, Serokê MHP'ê yê Bajarê Qersê Ali Okyay, Qaymeqamê Sarıgamışê Enis Aslantatar, Şaredarê Sarıgamışê Serdar Kılıç û Serokê MHP'ê yê Navçeya Sarıgamışê Tarık Bilgin hat kirin.
