Di tûra 2yemîn a Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraatê de Kars 36 Spor li Yarîgeha Bajarê Karsê pêşwaziya tîma Lîga 3yemîn Fatsa Belediyesporê kir û bi encama 1-0 bi ser ket û derbasî tûra jor bû. Tîma kesk û spî ku bi piştgiriya alîgirên xwe dest bi yarîyê kir, di hevdîtina hevseng de bi gola ku dît derbasî pêşiyê bû. Kars 36 Sporê di deqîqeyên mayî yên maçê de ustuniyya xwe parast, ji qadê bi serkeftî veqetiya û hevrikê xwe ji kupayê derxist. Piştî maçê lîstikvanan serkeftin bi alîgirên xwe re pîroz kirin û hevrikê tûra din ê tîmê dê bi kişandina pişkê diyar bibe.
Kars Rojname
