Li Qersê, piştî ku jinikên bi navê H.K. zarok anî cîhanê û ji nexweşxaneyê derket, ji rayedaran re ragihand ku pitika wê miriye û hatiye veşartin. Li ser gumanan, bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Qersê goř hat vekirin. Di lêkolîna yekem a li ser cesedê pitikê de hat tespîtkirin ku pitika kur a yekrojî bi danîna peçeteyê di devê wê de hatiye bifetisandin û kuştin.
Piştî vê bûyera vahşî, dê H.K. û dapîr B.E. hatine girtin û şandin girtîgehê. Di îfadeyên wan ên navendî de, dê û dapîrê berpirsiyarî neda ser xwe û yekûdu sûcdar kirin. Dê H.K. îdîa kir ku wê fehm kiribû diya wê wê pitikê bikuje lê ji tirsa nekarî tiştekî bibêje. Dapîr B.E. jî diyar kir ku wê pêşniyar kiriye ku pitikê bidin sêwîxaneyê, lê keçikê ev yek qebûl nekiriye û xwestiye pitikê bikuje. Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Kars Rojname