Li navçeya Zarûşada (Arpaçay) a Qersê, hunera xalîçebafiyê ya ku ber bi windabûnê ve diçû, bi destê jinan ji nû ve şîn dibe. Li gundê Aslanoğlu, jinên karker û xwedî fêm, kooperatîfek ava kirin û bi vî hawî hem çanda xwe diparêzin hem jî ji bo malbata xwe debarekê ava dikin.
Kooperatîfa ku bi piştgiriya Qeymeqamiya Zarûşadayê bi navê "Destê Jinê, Zimanê Dîrokê" dest bi xebatên xwe kiriye, di demeke kurt de bû hêviya jinên gund. Jinên xebatkar li ber kargehên xwe rûniştine û motifên sedsalan bi mûyê hiriyê û bi keda destên xwe li ser xalîçeyan nexş dikin
Qeymeqamiyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev xebata pîroz pîroz kir û destnîşan kir ku ev proje ji bo aboriya jinên herêmê û ji bo parastina mîrateya çandî gelekî girîng e. Niha li gundê Aslanoğlu, dengê kargehên xalîçeyan ji bo paşeroja jinan dibe dengê hêviyê