Qeymeqamê Digorê Kahraman Şagirtên Şanoyê Pîroz Kir


Li navçeya Digora Qersê, Qeymeqam Ahmed Tayyib Kahraman ligel şagirtên tîma şanoyê ya Dibistana Seretayî ya Gundê Türkmeşenê hat cem hev, serkeftina wan pîroz kir û giringiya hunerê ya di geşedana zarokan de nîşand da.


Qeymeqamê Digorê Ahmed Tayyib Kahraman, di çarçoveya xebatên perwerdehî û hunerî de serdaneke watedar pêk anî. Qeymeqam Kahraman ku ligel şagirtên jêhatî yên tîma şanoyê ya Dibistana Seretayî ya Gundê Türkmeşenê hat cem hev, serkeftin û performansa hunermendên piçûk bi dilgermî pîroz kir.




Di dema serdanê de Kahraman ji nêz ve bi zarokan re eleqedar bû û bi wan re sohbeteke xweş kir. Kahraman bal kişand ser bandora erênî ya huner û xebatên çandî ya li ser pêşketina zarokan. Qeymeqam Kahraman diyar kir ku şanoyê di qezenckirina xwebaweriya zarokan de, di pêşxistina jêhatîbûna xweîfadekirinê de û di dewlemendkirina xeyalan de roleke pir giring dileyîze û destnîşan kir ku ew ê her wext piştgiriya çalakiyên hunerî û jêhatîbûnên ciwan bikin.



Kars Rojname
Daha yeni Daha eski